Özgürlük Yolu Vakfı

Sepetim 0

RAPORA XEBATÊ YA WAKFA RİYA AZADÎ

Etkinlik Başlığı: RAPORA XEBATÊ YA WAKFA RİYA AZADÎ
Etkinlik Tarihi: 14.05.2022

Açıklama

 

RAPORA XEBATÊ YA WAKFA RİYA AZADÎ

Hevalên delal,

Kar û xebatên me yên sala 2021 li jêrê hatine nivîsandin:

1-    Me burs da 15 şagırtên zanîngehê, 13 keç û du lawan. Her yekî 500 lirayê tirkî.  Her çiqas gor rewşa îroyên ne tiştekî zede be jî, alîkariyeke ji bo wan. Di sala pêşî da em dıxwazin gor rewşa me ya aborî zede bikin.

2-    Me du hevalên ciwan girtin kar; yek ji bo Navenda Wakfê li Enqere, yek jî bo Navenda Çandî ya Wakfê li Amedê.

3-    Me beşekî Navenda Çanda Wakfê ya Amedê du sal berê tamîr kiribû û wek salon û kitêbxane bi kar tînin. Par jî me beşa dinê temîr kir û ev der jî nuha ji bo kar û xebatên çandî amade ye. Çendek berê me xwast galaya fîlmê Mîrkut li wir pêk bînin, lê mixabin Parêzgerê  Amedê wan rojana hemû çalaki qedexe kirin. Nuha em dixwazin van rojên pêş me vê çalakiyê bi kar bînin. Her usa em dixwazin di warê sinema û teatrê da çalakîyên din jî bi kir bînin.

4-     Sala çûyî me bi alîkariya hevalên der welat li Edenê û Mêrsînê du cîh kirî ku ji bo karên Wakfê bi kar bînin. Ji bo alîkariya han ji hevalên der welat ra gelek sıpas dikin.

5-    Havîna sala 2021 lı hêla Vanê li Başkalê, gundê Xelkava lehî çêbû bû û zirarek mezin dabû. Bona vê yekê mi ji bo zarokên vî gundî bot, parka û tiştên hanê kirî û hevalên me Necatî û Hanîfî birin gihandin wan.

6-     Di sala 2021 û destpêka sala 2022 da di nav Weşanên Wakfa Rîya Azadî da 4  pirûkên teze derketin:

1-Hatıratên Kemal Burkay, Cildê 5’an

2-Pirsgirêka Kurd û Kurdistan, Lazaref, Cîldê 3’yan

3-Şiêrên Giştî-Kurdî, Kemal Burkay

4-Kürtler,-Bazîl Nîkîtîn, çapa 7’an.

Her usa Ferhanga Îzolî, ji bo çapa 8’an hazir e.û emê bidin çapê. Ferheng ji bo çapa dawî gelek hatiye firehkirin.

 

Ji bo belavkirina weşanên me bi riya online jî me malperên wakfê rêz kirin.

 

Kemal Burkay

Serokê Wakfa Riya Azadî

14 Gulan 2022

© 2017-2024 Tüm hakları saklıdır.