Özgürlük Yolu Vakfı

Sepetim 0

CIVÎNA NASANDINA WEQFA RÎYA AZADÎ LI PARÎSÊ - KEMAL BURKAY PIRTÛKÊN XWE ÎMZE KIRIN

Etkinlik Başlığı: CIVÎNA NASANDINA WEQFA RÎYA AZADÎ LI PARÎSÊ - KEMAL BURKAY PIRTÛKÊN XWE ÎMZE KIRIN
Etkinlik Tarihi: 22.04.2018

Açıklama

W. LICÎ- Paris

Serokê Weqfa Rîya azadî Kemal Burkay piştî civînên li Berlîn, Hamburg, Bremen, Köln, Londre, Denhaag, Munih û Zurîhê, bû mêvanê HAK-PAR şaxê Fransayê. 

Roja 22ê nîsana 2018an, ji gelek bajarên Fransayê, heval û hogirên Rîya Azadî, HAK-PAR û nas û dostên Kurd û Tirk tevlî vê civînê bûn û Mamosta Kemal Burkay pirtûkên nû ku Weqfa Rîya Azadî çap kirine, îmze kirin.

Di pey rêzgirtina ji bo cangorîyên têkoşîna azadî û demokrasîyê, civînê dest pê kir û serokê Weqfê hêja Kemal Burkay di destpêkê da, di warê xebatên sîyasî û çandî yên tevgera Rîya azadîyê da, agahî dan û wusa got :

« Me di şert û mercên gelekî zor da, kovara Rîya Azadî û rojnameya Roja Welat derxistin. Hevalên me bi mêranî kar û xebat dikirin, bi deh hezaran ev rojname û kovar dihatin belavkirin. Tevgera Rîya azadî roleke baş lîst ji bo hişyarkirina gele Kurd. Gelek pirtûk û broşur jî, li ser dîrok, ziman û çand û pirsên sîyasî di nav weşanên Rîya azadî da hatin çapkirin. Wan demana, bi girseyî cejna Newrozê jî hat pîrozkirin. Ev kar û xebat bûn bingehek di têkoşîna bo azadîya miletê Kurd li Bakur. Komeleyên DHKD jî di warê rêxistinî da, li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê hatin damezrandin. Di helbijartinên şaredarîyaran da jî, serkeftinên mezin bi dest xistin. Li dervayê welat jî, bi taybetî li Ewropê, komele û federasyonên KOMKARê, ji bo nasandina pirsa Kurd û Kurdistanê kar û xebatên baş kirin. Hevalên me bi çalakî ev kar û xebatana kirin.

Me heta îro hem li welat, hem li dervayê welat bi sedan pirtûk û kovar weşandine. Ji alîyekî va, ji bo parastin û arşîvkirina van weşanan, ji alîyekî din va jî, ji bo pêşdabirina ziman û çanda kurdî, pêdivîya me bi damezrandina weqfekê hebû. Lewma, min û çend heval, par havînê, me weqfa Rîya Azadî damezrand. Ev weqif dê di warê perwerdekirina zarok û xwendekarên Kurd da, alîkarîyê bike, semîner, panel, konferansan li ser dîrok, ziman û çanda kurdî çêbike. Kovar, rojname û pirtûkên kurdî çap bike, yên berê jî, ji nû va biweşîne. Niha gelek pirtûk di dest me da ne, em dê vana çap bikin, bixin xizmeta lekolêr, pispor, nivîskar û mamostayan.

Weqfa me, dê di warê mafên mirovî da jî kar û xebatan bike ji bo civata Kurd. Emê li ser van pirsan projeyan amade bikin û bi rêxistinên navnetewîya ra bikevin têkilîyê ku alîkarîya me bikin.

Me gava weqif damezrand, em bi gelek heval û hogirên berê û yên niha ra jî ketin têkilîyê. Hûn jî dizanin ku ji bo van xebatan pêdivî bi alîkarîya aborî heye. Hevalên me yên dewlemend tunene, lê em bawer dikin, ev kar û xizmet dê geş bibin û pêşda biçin. Ev weqfa me ji hemî dost û hevalên dilxwaz ra vekirî ye, dikarin bibin endam û piştgirîyê bikin. »


Beşdaran, piştî navberê, di beşê diduyan da li ser ‘yekîtîya hêzên Kurd, kongreya neteweyî, helbijartinên pêşwext da pirsên xwe ji Burkay kirin, wî jî bi berfirehî bersîva wan da. 

Burkay Di warê kongreya neteweyî da got « Mixabin rewşa niha ne musaît e ji bo vê yekê. Berî her tiştî divê hêzên welatparêz ên Kurd di her parçeyî da, şer û dijminahîya hev nekin, piştgirîya hevûdin bikin, ev jî baş e. Wek mînak rewşa başûrê welatê me li ber çavan e. Kurdan ji bo serxwebûnê referandumek çêkirin, bi dengekî mezin jî gelê Kurd li vî parçeyî got erê. Lê mixabin beşekî YNKê ev yeka hanê nexwest û dawî jî çi bû, hûn baş dizanin…

Di mijara helbijartinên pêşwext da jî, helbet fikreke min heye, lê bawer dikim dê meclîsa HAK-PARê çend roj şûnda dê bicive û biryarekê bistîne. »

Di civînê da yek ji damezrênerê tevgera Rîya azadîyê, hêja Zîya Acar jî amade bû.

Beşdaran eleqeyeke mezin nîşan dan ji Kemal Burkay ra, hemîyan pirtûk stendin, dan îmzekirin û kêfxweşîya xwe pê dan zanîn.

Civîn bi qasî 4 seetan ajot û bi serkeftin dawî bû.

RESİMLER İÇİN  https://www.ozgurlukyolu.com/galeri/15-civna-nasandina-weqfa-rya-azad-li-pars-kemal-burkay-pirtkn-xwe-mze-kirin.html

© 2017-2024 Tüm hakları saklıdır.