Özgürlük Yolu Vakfı

Sepetim 0

Weqfa Riya Azadî li Amedê navendeke çandê vekir

Etkinlik Başlığı: Weqfa Riya Azadî li Amedê navendeke çandê vekir
Etkinlik Tarihi: 09.02.2019

Açıklama

Weqfa Riya Azadî îro (9 Sibat 2019) şaxa xwe ya Amedê vekir. Xanîyê Weqfê yê li taxa Ofîsê, bi beşdarîya gelek alîgir û dilxwezên wê; kesên siyasetmedar û hunermend bi kombûneke mezin ve hat vekirin.

Di destpêka civînê de hîmdar û serokê Weqfê helbestvan, nivîskar Kemal Burkay xêrhatin li beşdarên civînê kir, dûre derbarî armanc û xebata Weqfê de bi kurtî agadarî dan.

Di nav beşdaran de serokê giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç, ji Kurdistana Başûr cîgirê Wezîrê Çandê Dr. Saleh Osman, siyasetzan rewşenbîr İbrahîm Güçlü jî amade bûn. Dr. Osman Saleh û İbrahîm Güçlü jî yek gotar pêşkêşkirin.

Dr. Osman saleh di axaftina xwe de weha got: ‘’ Mixabin li Diyarbekrê êdî malbat bi zarokên xwe re bi kurdî napeyvin. Li çarsûk û bazaran gelek kêm kes kurdî diaxifin. Ev cîyê xemgînîyê ye . Ez li vêderê bangî ciwanên Kurd dikim; bila werine vê navendê, li ser zimanê kurdî xebatan bikin. Me jî 200 pirtûk ji bo Weqfê anîn. Hêvîdar im Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin."

Vekirina şaxeke weqfê li Amedê di nav kurdên welatparêz , xebatkarên Riya Azadî û hezkirîyên ziman û çanda kurdî de dilxweşîyeke mezin peyda kir.

 

RESİMLER İÇİN  https://www.ozgurlukyolu.com/galeri/28-weqfa-riya-azad-li-amed-navendeke-cand-vekir.html

© 2017-2024 Tüm hakları saklıdır.