Özgürlük Yolu Vakfı

Sepetim 0

MAFÊ PERWERDE Bİ ZİMANÊ DAYİK Dİ HUQÛQA NAVNETEWî DA (*)

MAFÊ PERWERDE Bİ ZİMANÊ DAYİK
Dİ HUQÛQA NAVNETEWî DA (*)

Kemal Burkay
Mafê perwerde bi zimanê dayîk heqekî mirovî yê bingehîn e. Mafê her kesekî û her gelekî heye ku bi zimanê xwe bixwîne, perwerde be. Ew çawa ji bo her kesekî heqekî bingehîn e, her usa jî heqekî kollektîf e. Ji ber ku ziman haletek e ji bo danustendinê bi kesên dinê ra. Mirov dema bi zimanê xwe dipeyîve, yan bi zimanê xwe perwerde dibe û wêna di warê xwendin û nivîsandinê da bi kar tîne, vê yekê tevî kesên dinê dike.

Gelek sazî û peymanên navnetewî yan jî navdewletî cîh dane vê yekê.

Berî hemûyan Rêxistina Milletên Yekbûyi, di sala 1948 da, bi Beyana Mafên Mirovî ya Cîhanî ew heq nîşan daye. Di bendê 26 da heqê perwerde ji bo her kesekî tê nişandan. Di vê bendê da tê gotin ku di warê perwerdegarî da armanc divê ev be ku kesayetîya mirovan pêşva bibe, her usa jî xizmeta mafên mirôvî û aşitîyê bike, di navbera endamên civakê da hurmetê xurt bike. Ango dema zimanê meriv yan jî beşekî gelê wî welatî qedexe be, ew ne karibin zimanê dayîk bi kar bînin, bi zmanê xwe perwerde bin, hingê çawa ew cure perwerdagarî kesayetîya wan pêşva bibe, çawa xizmeta aşitîyî bike û hurmetê xurt bike di navbera gelê wi welatî da?.. Xuya ye, kesê ku ne karibe zimanê xwe bi kar bîne û bi zimanê xwe perwerde be, kesayetiya xwe şunda dimîne.

Li ser bingeha vê benda 26 ya Beyana Mafên Mirovî ya Cîhanî ya Milletên Yekbûyî, piştra gelek biryar û peymanên teze yên navnetewî cîh dane heqê perwerde bi zimanê deyik.

Yek ji wan benda 27 ya Peymana Navnetewî ya Mafên Medenî û Sîyasî ye. (Ev Peyman biryara Saziya Giştî ya Rêxistina Milletên Yekbûyî (RMY) ye ku di sala 1966 da hatiye girtin.)

Benda 27’an da usa hatiye gotin: “Li wan dewletên ku di nav sînorên xwe da hûrgelên etnik, yên dînî û zimancuda hene, divê tevî kesên din ku mensûbê wan hûrgelan in, bikaribin ji çanda xwe feyde bistînin, gor dînê xwe îbadet bikin û zimanê xwe bi kar bînin, ango divê ji van heq û azadiyan bêpar neminin.”

Lê mixabin dewleta Tirk dema ev Peyman îmza kiriye, çend bendên wê ra êtiraz kiriye, ango jê ra şert daniye. Wekî: “Komara Tirkiyê Bendê 27 ya vê Peymanê gor hukum û usulên Destûra Komara Tirkiyê û gor Peymana Lozanê bi cîh tîne.”

Bi vî awayî Tirkiyê rê rê li ber hukmên vê peymanê girtiye di warê ziman û çand da, bi taybetî jî bo Gelê Kurd. Malûm e, Destûra Komara Tirkiyê û yasayên wê yên din hebûna milletê Kurd nas nake. Peymana Lozanê jî Kurdan heya wek hûrgelekî nişan nade. Dema li Lozanê rewşa Kurdan hate rojewê, serokê heyeta Tirk Îsmet Paşa got: “Kurd ne hûrgel in, ango ne gelekî piçûk in, ew jî wek Tirkan gelekî esasî ne ku Komara Tirkiyê ava kirine.” Bi vî aawayî navê Kurdan di peymana Lozanê da wek hûrgel yan jî hindikahî derbaz nabe. Berpirsên dewleta Tirk piştra û nuha jî, dema daxwazên Kurdan bo heq û azadiyan, bo karanîna heq û azadiyên ziman û çand bilind dibe, vê yeke bi kar tînin, dibêjîn “Kurd ne hindikahî ne.”

Musa Anter himber vê buhaneyê usa gotibû: “Ez wê piraniyê çi bikim, ku qasî hinkahiyê ne xwedî heq be!”
* * *
Ya dinê benda 30 ya Peymana Mafê Zarokan e. (Ev Peyman jî disa biryara Saziya Giştî ya RMY ye ku di sala 1989 da hatiye girtin û ji sala 1990’î vir da bi kar tê).

Benda 30 ya vê Peymanê usa ye: “Eger di nav sînorê dewletekê, gor nijad, ol yan jî ziman hûrgel yan jî gelên cuda û xwecîh hene, heqê zarokên wan e ku, tevî endamên din yê wê civakê, ji çanda xwe feyde bistînin, gor dînê xwe îbadet bikin û zmanê xwe bi kar bînin, ango ji van heq û azadiyan bêpar neminin.”

Lê mixabin Tirkiyê, dema ev Peyman jî îmza kiriye dîsa, tevî bendên wê yên 27 û 29, ji bo bendê 30 jî şert daniye. Ango kîngê ji bo zarokên Kurdan mafên çandî û perwerde bi zimanê dayikê bê rojewê dîsa dibêjin: “Kurd ne hindikahî, yan jî hûrgel in, Kurd jî qasî Tirkan xwedî heq in!” Ev gotin wek henek e. Ew çawa wekhevî ye ku, bi mîlyonan kes (îro bi nifûseke 20-25 mîlyon) –di rastiyê da milletekî qedîm- heya nikare bi zimanê xwe perwerde be?!
* * *

Digel van herdu peymanan, Peymana Dijî Cudakariyê di Warê Perwerdegarî ya UNESCO (Saziya Perwerde, Zanîn û Çand ya Milletên Yekbûyî) jî di vî warî da, bi bendên 5 û 6 hukmên gelek zelal danîne. (Ev Peyman di civîna Parisê ya sala 1960 da hatiye qebûlkirin).

Bendê 5:
1.Dewletên ku Terefê vê Peymanê ne, li ser van xalên jêrê li hev kirine:
a) Perwerdebûn divê kesayetiya mirovan bi her awayi pêşva bibe û xizmeta xurtkirina mafên mirovî û azadiyên bingehîn bike; di navbera hemû milletan, komên nijadî û olî da hurmetê û dostayetî pêk bine; her usa, kar-xebatên Milletên Yekbûyî ji bo parastına aşitiyê xurttir bike.

b) Digel perwerdeya ku miqemên fermî ji bo zarokan hewce dibînin, divê dê û bavê zarokan jî bikaribin saziyên dinê ji bo perwerdeya zarokên xwe hilbijêrin. Her usa jî, bikaribin zarokên xwe di warê ol û ehlaqê da gor bir û baweriyên xwe perwerde bikin. Tu kes û tu gel divê bi darê zorê dijî bîr û baweriya xwe neyê perwerdekirin; Prensiba bingehîn ev e.

c) Divê endamên hûrgelên netewî bikaribin kar-xebata perwerdebûnê, her usa jî karê îdara mektebên xwe bi destê xwe rêva bibin. Esas ev e ku di warê xwendinê da zimanê xwe bi kar bînin.

2- Dewletên ku Terefê vê Peymanê ne, soz didin ku esasên di benda 1’ê de hatine nivîsandin bi cî binin û ji bo vê yekê çi lazim e bikin.

Bendê 6:
Dewletên Teref dema hukmên vê Peymanê bi cî tînin, da ku nuha şunda dijî her texlît cudakariyê û her usa jî bo pêkanîna wekheviyê di warê perwerdegarî da, soz didin ku bi xurtî guh bidine van şîret û pêşniyarên Konferansa Giştî ya Saziya Perwerde, Zanîn û Çandî ya Milletên Yekbûyî. (*)

* * *

(*) Türkiyê ev Peyman îmza nekiriye.

Daxuyaniya Milletên Yekbûyî li ser Mafên Kesan ku Endamê Hûrgelên Etnîkî, Dînî û Zimanî ne. (Ev biryar di 20ê Çileyê Pêşîn sala 1993 da di Civîna Giştî ya Milletên Yekbûyî da hatiye girtin.) Benda çar ya vê Beyanê usa ye:

Benda 4- Tevdîrên ku divê dewlet bigrin:

1. Kîngê hewce bû, divê dewlet tevdîran bistînin, da ku kesên mensûbê hûrgelekî ne bikaribin hemû mafên xwe yên mirovî li himber huqûqê bi temamî, bi şiklekî rêk û pêk û gor esasên wekheviyê bi kar bînin.

2. Divê dewlet tevdîran bistînin û mecal bidin da kû ew kesên ku mensûbê hûrgelekî ne bikaribin çanda xwe, zimanê xwe, dînê xwe, adet û toreyên xwe pêşve bibin.

3. Divê dewlet tevdîran bistînin û çi lazim e bukun, da ku ew kesên mensûbê hûrgelekî ne bikaribin zimanê dayikê hîn bin, yan jî bi zimanê deyikê perwerde bin.

4. Divê dewlet di warê perwerdegarî da tevdîran bistînin û teşwîq bikin, da ku hûrgelên welatê wan bikaribin di derheqa dîrok, adet-tore, ziman û çanda xwe da bibin xwedî zanîn.

5. Dewlet qebûl dikin ku tevdîran bistînin, da ku mensûbên hûrgelan bikirabin tevî karê pêşveçûna welatê xwe bin di warê aborî da.

* * *

YEKİTİYA EWRÛPA û RPHE (Rêxistina Parastin û Hevkariya Ewrûpê)

Tirkiye bi salan e dixwaze bibe endamê Yekitiya Ewrûpa. Saziyên Yekitîya Ewrûpê jî di çarçuva maf û azadiyên bingehîn da ji bo mafê perwerde bi zimanê dayik gelek biryar girtine; dewletên ku dixwazin bibin endamê wê divê hukmên van biryaran bi cî bînin.

Yek ji wan Peymana Bingehîn ji bo Parastina Hûrgelên Netewî ye. (Konseya Ewrûpê di sala 1995 da di civîna Strasbûrgê da ev biryar stendiye.) Ev bendên jêrîn ên Peymanê di derheqa mafên çand û ziman da ne.

Bendê 12
1. Hemû teref kîngê hewce be, divê tevdîran bistînin ji bo pêşvebirina çand, dîrok, ziman û ola hûrgelên netewî û yê piraniyê di warê perwerde û lêkolinan da.

2. Hemû teref, digel tevdîrên dinê, ji bo perwerdekirina mamosteyan û hazirkirina pirtûkên dersê çi lazime bikin û pêvendiyên di navbera xwendevan û mamosteyên komên cuda xurt bikin.

3. Hemû teref, soz didin ku firsendên baş bidine mensûbê hûrgelan da ku ew bikaribin perwerde bin di hemû waran da gor esasen wekhevîyê.

Bendê 13
1. Hemû teref qebûl dikin ku mensûbên hûrgelên netewî, di çarçuva sîstema perperwerde da, bikaribin saziyên xwe yên perwerdegarî û mektebên taybetî ava bikin û karê wan bi rêva bibin.

Bendê 14
1. Hemû teref qebûl dikin ku heqê her kesekî mensûbê hûrgelê netewî heye ku zimanê xwe yê dayik hîn be.

2. Eger di nav sînorên dewletê da ta ji bere da, yan jî nuha komeke baş yê hûrgelê netewî hebe û ew daxwaz bikin. divê ew dewlet di çarçuva sîstema xwe da firsendan bide mensûbên hûrgela netewî ku ew zimanê xwe hîn bin û bi zimanê xwe perwerde bin.
* * *
Şertên Kopenhagê

Tirkiye ne endamekî temam yê Yekitîya Ewrûpa ye, lê berendam e. Ji bo ku bibe endamekî temam, divê şertên (krîterên) welatên Ewrûpa yê ku di 21-22 Heziranê sala 1993 di civîna Konpehagê da hatine danîn bi cî bîne. Ev şert ji bo welatên berendam hatine danîn û sê beş in. Yek ji wan şertan, ”îstîkrara saziyane, demokrasî û dewleta huqûqî, hurmeta mafên mirovî û mafên hûrgelan” e.

Çarçuva mafên hûrgelan çi ye?

Di vî warî da biryarên Rêxistina Parastin û Hevkariya Ewrûpê (RPHE) hene ku di salên berê da hatine girtin. Wezîrên derva yên 35 dewletên endamê RPHE, ku di hezirana sala 1990 da li Kopenhagê civiyabûn, li dawiya civînê beyanek derxistin ku di vê beyanê da beşek di derheqê hûrgelên netewi da ye (Beşa 4.) Di vê beşê da asimilasyona (helandina) bi darê zorê tê rexnekirin û mafên hûrgelên netewî usa tê rêzkirin:

”Divê ew bikaribin kesayetîya xwe ya etniki, çandî, zimanî û olî bi serbestî nîşandin, biparêzin û pêşva bibin, her usa jî çanda xwe biparêzin û di hemû waran da pêşva bibin.

”Divê bikaribin zimanê xwe yê dayik di warê taybetî û fermî da bi serbesti bi kar bînin.

”Divê bikaribin sazî, rêxistin û komeleyên xwe yên perwerdeyî, çandî û olî avabikin û pêşve bibin. (Beyan, bendê 32)

Bendê 33 da jî usa tê gotin:

“Welatên teref divê çi lazim e bikin, da ku hûrgelên netewî ku li ser erda wan dijîn, bikaribin kesayetiya xwe ya etnîkî, çandî, zimanî û olî biparêzin û pêşva bibin.

Bendê 34 jî dîsa cî dide mafê perwerdebûnê bi zimanê dayik ji bo hûrgelan, her usa jî dibêje ku di mekteban da dersên dîrok û edebiyatê divê cî bidine dîrok û çanda hûrgelan.

35 welatên nav RPHE li hev kirin û ew beyan bi vî awayî, ango bi yek dengî derket. Wezîrê Derva yê Tirkiyê jî tevî vê civînê bû û ew beyan erê kir. Ji ber vê, ew Tirkîyê jî girê dide.

Him Şertên Kopenhagê yên Yekitiya Ewrûpa, him jî Beyana RPHE ya sala 1990’i bi hevra nîşan didin ku Tirkiye çi bike. Divê Tirkiye nasnama etnîkî ya gelê Kurd û ya gelên dinê nas bike, rê bide ku ew bikaribin çanda xwe bi serbestî pêşva bibin, bi zimanê dayik perwerde bin, zimanê xwe bi her awayî (bi riya çapemenî, di civînan da, di sazîyên fermî da) bi serbesti kar bînin.

Konferansên RPHE yên Lahey (Hauge), Oslo û Lund’ê di warê mafê hûrgelan da

Rêxistina Parastin û Hevkariya Ewrûpê (RPHE) piştî avabûnê, jı bo mafên mirovî û maf û azadiyên hûrgelan sê kongeransên girîng çêkir: Konferansên Lahey, Oslo û Lund’ê. Ji welatên endam gelek mirovên pispor di warê huqûqa Navnetewî, zimanzan û civakzan tevli van konferansan bûn . Di beyanên dawi ya konferansan da hûr hûr hate nîşandan, da ku welatên endamê RPHE di warê mafên mirovî û maf û azadiyên hûrgelan da divê çi bikin

Ew konferansa ku di sala 1995 da li Payîtextê Hollandê. Laheyê da û bi navê Konferansa di Heqê Mafê Perwerde yên Hûrgelên Netewî çêbû, ji bo welatên endamê RPHE van daxwazan pêşniyar dike:

1- Ew kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne û parastina nasnama xwe heqê wan e, ew vî heqî tenê bi hînbûna zemanê dayik bi şiklekî rêk û pêk di dema pêvajoya perwerdebûnê da dikarin bi kar bînin.

2- Hemû dewlet, kîngê hukmên huqûq û peymanên navnetewî ku gor mafê hûrgelên netewî ne bi cî tînin, divê gor esasen wekhevîyê bikin û tucar cudakariya nijadperestî nekin.

3- Divê neyê bîrkirin ku, pîvanên di peymanên navnetewî da derheqê van maf û azadiyan da hatine danîn yên herî hindik in. Gava dewlet wan bi cî tînin, divê bi şiklekî teng hereket nekin, ew cure helwest dijî ruhê van peymanan a.
Temînkirina îmkanên aborî

4- Divê devlet ji bo cêbecêkirina mafê perwerdeyî yê hûrgelan bi aktîfî kar û xebat bike û ji wan ra îmkanên aborî û teknîkî temîn bike.

Sîstemeke Ademî merkezî û Tevlêbûn

5- Divê devlet çı lazim e bike, da ku hûrgel bikaribin saziyên xwe avabikin, tevî pêvajoya serrastkirin û rêvebirina siyaset û bernameya perwerdeyî bibin.

6- Divê devlet ji bo perwerdeya hûrgelan alîkariya aborî bike ji sazîyên rêvebir yên herêmî ra, da ku ew bikaribin tevî pêvajoya serrastkirina siyaseta herêmî bibin.

Di Xwendegehên pêşîn, navçe û bilind da

11- Di pêvajoya perwerde da sala pêşîn ji bo pêşveçûna zarokan gelek girîng e. Lêkolînên di vî warî da nîşan didin ku, berî dibistanê. Di kreşan da, ango di hêlîna zarokan da ya herî baş ev e ku xwendin û perwerde bi zimanê dayikê be.

12- Dîsa lêkolînên zanistî (ilmî) nîşan didin ku di dibistana pêşîn da ya herî baş ev e ku bernameya perwerdeyî bi zimanê dayikê be. Çiqas ji dest tê, divê bi deste mamosteyên ku herdu zimanan jî dizanin û di warê ziman û çanda wan zarokan da xwedî têr zanîn in, him zimanê dayikê him jî zimanê fermî wek dersekî bê xwendin. Dewlet, divê çi lazim e bike, da ku dê û bavê wan zarokan jî ji vê îmkanê feyde bistînin.

13- Di xwendegeha navçe da divê piraniya dersan bi zimanê hûrgelan be.

17- Divê mensubên hûrgelan bikaribin xwendegeha bilind jî, ango li zanîngehê, bi zimanê xwe bixwînin

21- Divê devlet çi lazim e bike, da ku saziyên ji bo pêşvebirin û xurtkirina bernameyên perwerdeyî di zimanê hûdgelan da bên avakirin.

* * *
Şertê Ewrûpê ji bo Zmanên Herêmî û Hûrgelî (Ev şert di sala 1992 da hatiye danin û piştî ku 5 welatan ew îmza kiriye, di sala 1998 vir da bi rê va diçe. Heya nuha 24 welatan ew îmza kiriye, lê di 11 welatan da bi rêva diçe. Tirkiyê ew şert îmza nekiriye.)

Di vê şertê da “zmanên herêmî û hûrgelî” usa tene tarifkirin:

a) Ew zmanên ku di nav sînorên dewletekê da, gor nifûsa piraniyê nîsbeten bi alî nifûseke hindik ê himwelatiyan, ta ji berê da têne qisekirin;

b) Ew zimanên ku li herêmeke taybetî bi alî gelek kesan têne qisekirin;

c) “Zemanên ku ne girêdayî erde ne.” (Ew zmanên ku ta ji berê da di nav sînorên wê dewletê da têne qisekirin, lê ne li herêmeke taybetî.)

Ji bo pêwistiya vê Şertê behsa biryar û peymanên navnetewî tê kirin û tê gotin ku, zimanên herêmî û hûrgelî dewlemendiyeke çanda Ewrûpê ne, divê bêne parastin. Her usa jî di vê şertê da ji bo dewletên ku wê îmza dikin, tiştê ku dikeve ser milê wan, ango ji wan çi tê xwestin, yek bi yek tê nişandan. Ji wan pêwistîyan çend xal ev in:

a) Divê zimanên herêmî û hûrgelî wek dewlemendiyeke çandî qebûl bikin;

b) Ji bo parastina van zimanan çi lazim e bikin;

c) Karanîna wan di warê jiyana civakî û fermî da hêsantir bikin, jê ra rê vekin;

d) Jê ra rê û olaxan vekin, da ku ew ziman di hemû qonaxên perwerdeyî da bêne hînbûn û xwendin:

e) Ew kesên ku li warê van zimanên bi kar tên dijîn, eger dixwazin van zimanan hîn bin, divê ji wan ra mecal bê dayîn ku bikaribin van zimanan hîn bin.

f) Berî dibistanê jî (di kirêşan ra) bikaribin bi zimanên herêmî û hûrgelî perwerde bin;

g) Zimanên herêmî û hûrgelî di xwendina pêşîn, navçe û bilin da, di mektebên meslekî û teknîkî da jî bêne karanîn:
h) Mamoste bêne elimandin, yên ku bikaribin dersê di van zimanan da bidin;

i) Di van zimanan da weşana radyo û TV bê kirin.

* * *

Çawa di jor da hatine nişandan, di warê hûqûqa navnetewî da li ser heqê perwerde bi zimanê dayik gelek biryar û Peyman hene. Yên Rêxistina Milletên Yekbûyî, Konseya Ewrûpê û yên din. Ew hemû jî nîşan didin ku Heqê perwerde heqekî mirovî yê bingehîn e û divê hemû dewlet vî heqî nas bikin û gor wê bikin. Piraniya dewletan jî ew heq nas kirine û hukmên huqûqa navnetewî bi cî anîne.

Lê mixabin Komara Tirkiyê guh nedaye vê yekê û di vî warî da heqê hûrgelan netewî nas ne kiriye û bi cî ne aniye. Her usa jî Kurd ne hûrgel in, milletteki qedîm û mezin yê Rojhilata Navîn in. Divê ji dibistana pêşîn heya zanîngehê bi zimanê xwe bikaribin perwerde bin û Kurdî digel Tirkî bibe zimanê fermî.
* * *
Gelek dewletên Balkan û yên Ewrûpa Rojhilat piştî Tirkiyê serî lêdan û di demeke kurt da bûn endamê Yekitîya Ewrûpê. Lê Tirkiye va ye 30 sal e, nikare bibe endamekî temam. Çima? Berpirsên Dewleta Tirkiyê bona vê yekê Yekitiya Ewrûpê gunekar dikin, dibêjin ew kulûbeke Xaçparêzan e, ji ber ku em Misilman in, me nagirin nav xwe. Lê rastî ne usa ye. Tirkiye, tiştê ku Yekitiya Ewrûpê jê dixwaze, bi taybetî Şertên Kopenhagê bi kar nayne. Ji bo demokrasiyeke rêk û pêk gor standardên Ewrûpa gavan navêje, mafên mirovî yên bingehîn bi cî nayne ku mafê çand û ziman ji bo hemû welatiyan û gelan jî di nav da ye.

Tirkiye Peymana Lozanê dike mane, lê hukmên wê peymanê jî tucar bi cî ne anî. Di Lozanê da nûnerên wefda Enqerê digotin, Kurd jî wekî Tirkan ûnsûrê eslî ne ku ber xwe dane û ev komar avakirine.Ew jî qasî Tirkan xwedî heq in û statûya hûrgelan têrî wan nake. Digel van gotinan, di Peymana Lozanê Bendê 38 da usa tê gotin:

“Hemû welatiyên Tirkiyê, çi di pêvendiyên şexsî çi ticarî da, di warên olî, çapemenî û her texlît weşan da û di civînên vekirî da kîjan zimanî bixwazin dikarin bi kar bînin û divê ji vê yekê ra tu asteng neyê danîn.”

Lê piştî Lozanê tu heq û statû ne dane Kurdan, hebûna Kurdan, dîrok, çand û û zimanê Kurdan hat înkarkirin, siyaseteke gelek hişk ya helandinê “asîmîlasyonê” hat meşandin. Heya guh nedane wê Bendê 38 ya Peymana Lozanê jî. Kurdan bi dehan salan ne karîn zimanê xwe di çapemenî da, di civînan da kar bînin û heya axaftina Kurdî jî dem û dem hat qedexekirin û cezakirin!

Dema me di sala 1977 da xwest rojnama Roja Welat bi du zimanan –Kurdî û Tirkî- derînin, polêzan ji me ra gotin, “Hûn nikarin bi Kurdî derînin, emê serê we jêkin!..” Waliyê Enqerê jî got “Hûn nikarin bi Kurdî rojname derînin, ji ber ku zimanê dewleta Tirk bi Tirkiye!”

Min ji walî ra nivîsand û got: “Em dikarin bi Kurdî kovar û rojname derînin, Benda 38 ya Peymana Lozanê vî heqî dide me.”

Û me ber xwe da, himber gelek asteng, girtin, ceza, zulm û teda jî ew rojname derxist. Wekî yên emrê wan têrê dike zanın, me ew rojnameya panzdeh rojî 12 hejmar derxist.
* * *
Babeta vê civînê mafê perwerde bû bi zimanê dayik. Bona vê yekê em jî bi firehî li ser vê bebetê sekinîn. Lê helbet mafên gelê Kurd yên bingehîn ne tene mafê perwerde û mafên çandî ne. Kurd jî ne hûrgelek in, yan jî hindikahî ne. Kurd milletekî qedîm în ku li ser erda xwe bi hezaran sal e dijîn. Nifusa me li rojhilata navîn digihe 50 mîlyonan û di nav sînorên Komara Tirkiyê da jî digihîje 25 mîlyonan. Û îro, ji ber ku maf û azadiyên milletê Kurd ne hatine naskirin, pirsa Kurd pirseke gelek mezin e, him van çar dewletan (Tirkiye, Îran, İraq û Sûriye), him ji hemû dinyayê bi xurtî mijûl dike
.
Bo çareseriya pirsa Kurd divê hemû mafên milletê Kurd, çi çandî, çi îdarî û aborî, li ser esasê wekhevî bê naskirin. Ev çareserî dikare bi şiklekî federalî bibe. Em salan e vê yekê dibêjin. Hingê li van welatan jî aşitî çêdibe, riya demokrasiye vedibe û heyiyên welat ne ji bo şer û pevçûn, ji bo pêşveçûna welat bi kar tê.

Berpirsên Tirkiye eger dixwazin aşitîyê, demokrasiyeke himçax û pêşveçûneke baş li welatê xwe pêk bînin, divê rojkî berê pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser bikin.
Kemal Burkay

21, Çileyê Pêşîn, 2019
-------------------------------------------------------
(*) Axaftına mın, ku roja 21. 12. 2019 li Diyarbakrê di çalakiya “Perwerde bi Zimanê Dayik” da peşkêş kiribû (çalakiya ku bi destê Wakfa Riya Azadi hatibû amarekirin).

© 2017-2024 Tüm hakları saklıdır.