Özgürlük Yolu Vakfı

Sepetim 0

DU PİRTÛKÊN TEZE

Kemal Burkay
Di nav weşanên Wakfa Riya Azadî da du weşanên teze derketin.
Yek ji wan pirtûka dîrokzan Lazarev e û li ser “Kurdistan û Pirsgirêka Kurdan” e. Ev lêkolin sê cild in. Cilde 1-2’yan salên bere li Stokholmê di nav weşanên Roja Nû da hatin weşandin. Nuha Cildê 3. (1923-1945) di nav Weşanên Wakfa Riya Azadî da derket.
Prof. M. S. Laazarev, dîrokzaneki Rûsî bi nav û deng e, ji 30 salî zêdetir, di Akadamiya Sowyêt ya Moskowayê da, di Enstîtûya Rohilatzaniyê da Serokatiya Beşa Kurdzaniyê kiriye. Pirtûk ji Rûsî bi aliyê nivîskarê Kurd Têmurê Xelîl hatiye wergerandin, ango bûye Kûrdî.
Kitêba dine Cild ê 5’an ya Bîranînen min e. Wekî xwendevan zanin, Cildên 1 û 2 salên berê di nav Weşanên Deng da derketibûn. Cildê 3. Sala 2019, ya 4. jî di sala 2020 da di nav Weşanên Wakfa Riya Azadî da çap bûbûn. Nuha jî Cildê 5. ango ya dawî dîsa di nav Weşanên Wakfa Riya Azadî da derket.
Bîranînên min bi van 5 cildan nêzî 3000 rûpel in. Tevî jiyana min, bûyerên sereke yên welat û dinyayê yên 80 salê dawîn tê da cî digrın.
Bi temamkirina weşana bîranînan kêfxweş im.
Heval û xwendevan dikarin her pênc cildên bîranînên min, her usa jî pirtûkên me yên dine ji Wakfê, yan jî bi rîya online (www.ozgurlukyolu.com) bixwazin.
Kemal Burkay
14 Sibat 2021

© 2017-2024 Tüm hakları saklıdır.